Hêzên Îsraîlê li Şerîeya Rojava ku dagirkirî ye 9 Filistînî binçav kirin.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya artêşa Îsraîlê, li çend herêmên Şerîeya Rojava bi şev li dijî malên Filistîniyan operasyon hatin kirin û bi îdiaya "tevlî bûyerên terorê bûne" 9 Filistînî hatin binçavkirin.
Di daxuyaniyê da herwiha hat diyarkirin ku ji bo jêpirsînê, Filistîniyên binçavkirî sewqî navenda binçavkirinê ya li herêmê kirin.
Li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilat ku dagirkirî ne, hêzên Îsraîlê pirî caran bi ser malan da digirin û bi îdiayên curbecur Filistîniyan binçav dikin.
Li gorî çavkaniyên fermî yên Filistînê, di girtîgehên Îsraîlê da qedera 500 jê girtiyên îdarî, 230 jê zarok bi tevahî 5 hezar û 700 Filistînî hene.
Îsraîl bi sepana ku jê ra dibêje "tewqûfkirina îdarî" va di çarçoveya îstixbaratê da ji mehekê heya 6 mehan dikare Filistîniyan tewqûf bike. Heger biryar were dayîn ku kesê girtî "ji bo ewlekariya Îsraîlê xeternak e" dadgerê esker dikare bêyî tawanbariyekê maweya tewqûfê heya 5 salan dirêj bike.
AA