Hêzên Îsraîlê di 3 mehên dawîn da 1282 Filistînî binçav kirin

Hêzên Îsraîlê di 3 mehên dawîn da 1282 Filistînî binçav kirin

Hat ragihandin, hêzên Îsraîlê di 3 mehên dawîn da li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilat ên dagirkirî, 1282 Filistînî binçav kirin.

Di rapora hevbeş a ku ji hêla Heyeta Dîlên Filistînî û Cemiyeta Dîlên Filistînî yên girêdayî Rêxistina Rizgariya Filistînê û her wiha Saziya Parastina Dîlan a Zamîrê û Navenda Enformasyonê ya Wadî Hîlweyê da daneyên li ser operasyonên hêzên Îsraîlê yên di 3 mehên dawîn da ên li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilat cih girtin.

Di raporê da hat diyarkirin, hêzên Îsraîlê di 3 mehên dawîn da 1282 kes binçavkirin ku ji van 525 kes jî ji Qudsa Rojhilat in.

Di raporê da hat balkişandin, ji binçavkiriyan 160 kes di bin 18 saliyê da ne, 37 kes jî jin in.

Li gorî raporê, hejmara Filistîniyên girtî yên di girtîgehên Îsraîlê da derket 4 hezar û 600î, ji van 500 kes jî bi sepana tewqûfkirina îdarî va girtî ne.

- Sepana Îsraîlê ya bi navê "tewqûfkirina îdarî"

Îsraîl bi sepana bi navê "tewqûfkirina îdarî" va Filistîniyan li gorî îstixbaratê ji mehekê heya 6 mehan digire.

Heger biryar were dayîn, girtî ji bo ewlekariya Îsraîlê "xetere" ye, dadgerê eskerî bêyî îsnadkirina sûcekî, dikare maweya girtinê derxe heta 5 salan.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE