Hêzên Îsraîlê li Qudsê du Filistînî binçav kirin

Li bajaroka Îsewiyeyê ya ku dikeve bakurê rojhilata Qudsê hêzên Îsraîlê du welatiyên Filistînê birîndar kirin.

Hêzên Îsraîlê li Qudsê du Filistînî binçav kirin

Li bajaroka Îsewiyeyê ya ku dikeve bakurê rojhilata Qudsê hêzên Îsraîlê du welatiyên Filistînê birîndar kirin.

Cemiyeta Heyva Sor a Filistînê diyar kir, li bajaroka Îsewiyeyê ya li ser Qudsa bin dagirkeriyê da ye, herdu Filistîniyên ku hêzên Îsraîlê birîndar kirin, rakirin nexweşxaneyê.

Di daxuyaniyê da li ser rewşa Filistîniyên birîndar agahiya berfireh nehat dayîn.

Ji aliyê din va, li gor daxuyaniya ser malpera Facebookê ya "Navenda Înformasyonê ya Wadî Hîlwayê", hêzên Îsraîlê li Îsewiyeyê li komek Filistîniyan xist û di êrîşê da kuçikên polêsan jî berdan Filistîniyan.

Li gor daxuyaniyê wê demê aktivîstê Filistînî Mihemed Ebû el-Hummus jî xwest ku vê êrîşê têxe delîl, lê ew jî birîndar bû.

Artêşa Îsraîlê di 27ê Hezîranê da Mihemed Semîr Ubeydiyê Filistînî (20) kuştibû û paşê li ser bajaroka Îsewiyeyê zêxt zêde kiribû. Hêzên Îsraîlê yên dagirker ji 3 mehan zêdetir e ku rojane davêjin ser şêniyên bajarojê û gelek kesan digrin.AA

Dîroka nûkirinê: 13 Mijdar 2019, 15:40
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE