Hêzên Îsraîlê li Qudsa Rojhilatê ya dagirkerî rayedarên Kongreya Gel a Neteweyî (KGN) jî di nav da 7 Filistînî binçav kirin.
Li gor agahiya çavkaniyên herêmî polêsên Îsraîlê li herêmên cuda yên Qudsa Rojhilat avêtin ser hin malan.
Di van operasyonan da Sekreterê Giştî yê Kongreya Gel a Neteweyî Bîlal en-Netşe, alîkarên wî Imad el-Eşheb û Imad AWad, karsaz Mistefa Ebû Zehra, rojnamevan Tamir Ubeydat, aktîvîst Ranya Hatîm û Filistîniyekî nasnameya wî nehat eşkerekirin hatin binçavkirin.
Polêsan dest dan ser komputer û telefonên wan.
Di daxuyaniya polêsên Îsraîlê da hat gotin ji ber ku têkiliya wan a bi rêvebiriya Filistînê ra heye ew xebatên dijî qanûnê dikin hatine binçavkirin.
Eskerên Îsraîlê li Şeriaya Rojava û Qudsa Rojhilat bi hincetên cuda li ser malan da digrin û Filistîniyan binçav dikin.
Ev binçavkirin êdî her tim tên kirin, di nav wan da jin û zarok jî hene. Filistîniyên tên binçavkirin bi rojan li navendên binçavkirinê tên girtin.AA