Hat ragihandin ku hêzên Îsraîlê li Qudsa Rojhilatê ya ku hatiye dagirkirin, "bi îdiaya ku bi alava bibir va hewla êrîşê daye" gule berda ciwanekî Filistînî û ew birîndar kir.
Li gor daxuyaniya ku ji polêsê Îsraîlê hat dayîn, li herêma Bajarê Kevin ê Qudsa Rojhilatê Filistîniyekî 19 salî bi kêrê êrîşî du polêsan kir.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku polês sivik birîndar bûn û xortê Filistînî "hat berterefkirin".
Di daxuyaniyê da der heqê rewşa tenduristiya xort da agahî nehat dayîn.
Li ser medyaya civakî jî dîmena kesekî ku li go îdiayê xortê Filistînî ye û nêzî deriyekî Mescida Eqsayê li erdê ye, hat weşandin.
Li gor agahiya ku ji şahidan hat hildan, gelek hêzên Îsraîlê hatin cihê bûyerê û deriyên Mescida Eqsayê jî hatin girtin.AA