Hêzên Îsraîlê li Şerîaya Rojava 60 Filistînî binçav kirin

Kluba Dîlên Filistînê daxuyand Filistîniyên hatine binçavkirin jê gelek ji aktîvîstan û rêvebirên Hamasê pêk tên.

Hêzên Îsraîlê li Şerîaya Rojava 60 Filistînî binçav kirin

Artêşa Îsraîlê şev li herêmên cuda yên Şerîaya Rojava û Qudsê 60 Filistînî binçav kir.

Kluba Dîlên Filistînê daxuyand Filistîniyên hatine binçavkirin jê gelek ji aktîvîstan û rêvebirên Hamasê pêk tên.

Hat daxuyandin 60 Filistînî hatine binçavkirin ku ji van yek jî Nayîf Er Racubê rêvebirê bajarê El Xelîlê yê Hamasê ye.

Klubê duh daxuyandibû di meha nîsanê da 1800 Filistînî hatine girtin.

- Bûyerên li Quds û Xezeyê

Ji ber ku eskerên Îsraîlê li Mescida Eqsayê ya li Qudsa Rojhilat êrîşî kesên îbadet dikin kiribûn û hewl dabûn bi zorê şêniyên Taxa Şêx Cerah ji malên wan derxin rageşî çêbûbû.

Komên Filistînî yên li Xeta Xezeyê heta 10ê gulanê roja duşemê saet 18.00î wext dabû Îsraîlê ku ew ji Taxa Şêx Cerah vekişe.

Îsraîl ji ber ku venekişiyabû komên Filistînî gelek moşek avêtibûn aliyê Îsraîlê.

Li ser vê jî artêşa Îsraîlê li hemberî Xeta Xezeyê bi navê "Parastvanê Sûran" operasyonek dabû destbêkirin.

Îsraîl ji 10ê gulanê pê va êrîşî Xeta Xezeyê dike û di êrîşan da 65 jê zarok tevahî 230 kes hatin kuştin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE