Hêzên Îsraîlê li Şerîaya Rojava avahiyên Filistîniyan hilweşandin

Hêzên Îsraîlê li Şerîaya Rojava avahiyên Filistîniyan hilweşandin

Hêzên Îsraîlê li başûrê Şerîeya Rojava ya dagirkirî 5 mal û hin tesîsên Filistîniyan xirab kirin.

Aktîvîst Basîl el Adve yê ku mafên Îsraîl binpê dike lêkolîn dike ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand li gundê Fahîtê yê li balşûrê El Xelîlê avahî hatine hilweşandin.

Adve got li gund 5 avahiyên 18 kes tê da dijiîn, bîreke avê, 5 cihên wek depoya êm û tewleyê tên bikaranîn ji hêla hêzên Îsraîlê va hatine hilweşandin.

Avde anî ziman 150 kes dijîn ew debara xwe bi çandinî û heywandariyê dikin ku niha 18 kes bê mal û bê debar mane.

Li gor Ofîsa Kordînasyonê ya Alîkariya Însanî ya NYê, artêşa Îsraîlê ji serê 2021î heta nava meha çileya pêşîn li "herêma C"yê ya Şerîaya Rojava û li Qudsa Rojhilatê bi hinceta ku bê ruxset in 862 malên Filistiniyan xerab kirin an jî dest dan ser.

Di çarçoveya "Peymana Osloyê ya Duduyan" a Filistînê û rêveberiya Îsraîlê di sala 1995an da îmze kiribûn Şerîeya Rojava ya dagirkirî wekî herêmên A, B, Cyê hatibû veqetandin.

Li gor peymanê herêma Ayê ya ji sedî 18ê bajêr digire ji hêla rêveberî û ewlekariyê di destê Filistînê da ye, herêma Byê ya ji sedî 21ê bajêr digire ji hêla îdarî va di destê Filistînê da ji hêla ewlkariyê va di destê Îsraîlê da ye. Herêma Cyê ya ji sedî 60 bajêr digire jî ji hêla rêveberî û ewlekariyê va di destê Îsraîlê da ye.

Îsraîl bi hinceta ku kontrola herêma Cyê di destê wê da ye nahêle Filistînî li vir avahiyan çêbikin.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE