Hêzên Îsraîlê li Şerîeya Rojava 11 Filistînî binçav kirin

Hêzên Îsraîlê li Şerîeya Rojava 11 Filistînî binçav kirin

Hat ragihandin, hêzên Îsraîlê li Şerîeya Rojava ku dagirkirî ye, bi îdiayên cuda 11 Filistînî binçav kirin.

Di nûçeya ajansa fermî ya Filistînê WAFAyê da hat destnîşankirin, hêzên Îsraîlê li Şerîeya Rojava bi ser hin navnîşanan da girtin.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin, bi îdiayên cuda 11 Filistînî hatin binçavkirin ku 3 jê birayên hev in.

Li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilat ku dagirkirî ne, hêzên Îsraîlê pirî caran bi ser malan da digirin û bi îdiayên curbecur Filistîniyan binçav dikin û herwiha wan bi rojan wan di navendên binçavkirinê da dihêlin û bernadin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE