Hêzên Îsraîlê li Şerîeya Rojava 12 Filistînî binçav kirin

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Cemiyeta Dîlên Filistînî bi îdiaya "tevlî bûyerên terorê bûne" 12 Filistînî hatin binçavkirin.

Hêzên Îsraîlê li Şerîeya Rojava 12 Filistînî binçav kirin

 Eskerên Îsraîlê li çend herêmên Şerîeya Rojava ya dagirkirî bi şev 12 Filistînî binçav kirin.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Cemiyeta Dîlên Filistînî bi îdiaya "tevlî bûyerên terorê bûne" 12 Filistînî hatin binçavkirin.

Di daxuyaniyê da hat gotin Filistînî sewqî navendên binçavkirinê yên li herêmê kirine.

Li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilat ên dagirkirî ne, hêzên Îsraîlê gelek caran bi ser malan da digirin û bi îdiayên curbecur Filistîniyan binçav dikin.

Binçavkirina Filistîniyan li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilat êdî her tim tê kirin. Filistîniyên di nav da jîn û zarok jî hene jê hinek bi rojan li navendên binçavkirinê tên girtin.

Dîroka nûkirinê: 04 Çile 2020, 17:50
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE