Hêzên Îsraîlê li Şerîeya Rojava 13 Filistînî binçav kirin

Hêzên Îsraîlê li Şerîeya Rojava 13 Filistînî binçav kirin...

Hêzên Îsraîlê li Şerîeya Rojava 13 Filistînî binçav kirin

Eskerên Îsraîlê li Şerîeya Rojava ya ku hatiye dagirkirin 13 Filistînî binçav kirin.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya artêşa Îsraîlê, li çend herêmên Şerîeya Rojava bi şev li dijî malên Filistîniyan operasyon hatin kirin û bi îdiaya ku "tevî bûyerên terorê bûne" 13 Filistînî hatin binçavkirin.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin Filistîniyên binçavkirî ji bo jêpirsînê sewqî navenda binçavkirinê ya li herêmê kirin. 

Li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilat ya ku dagirkirî, hêzên Îsraîlê gelek caran di ser malan da digirin û bi îdiayên cuda Filistîniyan binçav dikin.

Filistîniyên tên binçavkirin ên di nav da jin û zarok jî hene bi rojan li navendên binçavkirinê tên girtin.

Li gor çavkaniyên fermî yên Filistînê di girtîgehên Îsraîlê da 500 jê girtiyên îdarî, 230 jê zarok nêzî 5 hezar û 700 Filistînî hene.

Îsraîl bi navê "girtîbûna îdarî" va Filistîniyan li gor îstixbaratê di navbera mehek û 6 mehan da digire.

Heke biryar were dayîn ku girtî ji bo "Ewlehiya Îsraîlê talûke ye" hakimê eskerî bêyî ku sûc îsnad bike dikare maweya girtîbûnê heta 5 salan dirêj bike.

Dîroka nûkirinê: 16 Gulan 2019, 17:28
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE