Hêzên Îsraîlê li Şerîeya Rojava 20 Filistînî binçav kirin

Hêzên Îsraîlê li Şerîeya Rojava 20 Filistînî binçav kirin

Li Şerîeya Rojava ku di binê dagirkeriyê da ye, hêzên Îsraîlê 20 Filistînî binçav kirin, di kêliya avêtina ser malekê da jî kesek bi guleya rastîn birîndar kir.

Eskerên Îsraîlê li bajarên curbecur ên Şerîeya Rojava serê sibehê avêtin ser malên Filistîniyan.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya Navenda Enformasyonê ya Hêsîrên Filistînî, artêşa Îsraîlê avêt ser bajar û bajarokên cuda yên Şerîeya Rojava û 20 Filistînî binçav kirin.

Li gor agahiya ku ji çavkaniyên tenduristiyê hat hildan jî eskerên Îsraîlê li Cenîna bajarê Şerîeya Rojava avêt ser malekê û Filistîniyek bi guleya rastîn birîndar kir. Der heqê rewşa birîndar da agahî nehat dayîn.

Hêzên Îsraîlê li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilatê timî davêjin ser malan û bi îdiayên cuda cuda Filistîniyan binçav dikin.

Li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilat êdî binçavkirin ji bo hêzên Îsraîlê bûye tiştekî ji rêzê û jin û zarok jî di nav da Filistîniyên tên binçavkirin bi çendîn rojan li navendên binçavkirinê tên girtin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE