Di daxuyaniya Cemiyeta Hêsîran a Filistînê ya nivîskî da hat diyarkirin ku hêzên Îsraîlê bi şev avêtin ser hin herêmên Şerîeya Rojava.
Hat diyarkirin ku ji ber hin îdiayan 26 welatiyên Filistînê hatin binçavkirin.
Hêzên Îsraîlê gelek caran diavêjin ser malên li Qudsa Rojhilat û Şerîeya Rojava ya dagirkirî, bi hin îdiayan welatiyên Filistînê binçav dikin.
Li Qudsa Rojhilat û Şerîeya Rojava êdî binçavkirin bûye mijareke rojane. Hin welatiyên Filistînê yên di nav wan da jin û zarok jî hene bi rojan li navendên binçavkirinê tên girtin.
AA