Hêzên Îsraîlê li bajarê Nablûsa Şerîeya Rojava ya dagîrkirî 5 Filistînî birîndar kirin.
Li gorî agahiya ku ji şahidhalan û çavkaniyên herêmî hatin sitendin, eskerên Îsraîlê girtin ser bajaroka Beytaya girêdayî Nablûsa bajarê Şerîeya Rojava ya dagîrkirî.
Eskerên Îsraîlê di operasyonê de mermiyên rasteqîne 3 û bi mermiyên plastîkî jî 2 bi giştî 5 Filistînî birîndar kirin.
Birîndarên ku bi mermiyên rasteqîne birîndar bûn rakirin nexweşxaneyê û yên ku bi mermiyên plastîkî birîndar bûn jî li cihê bûyerê hatin dermankirin.
AA