Hêzên Îsraîlê li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilat 19 Filistînî binçav kirin

Hêzên Îsraîlê li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilat 19 Filistînî binçav kirin

 Hat ragihandin ku eskerên Îsraîlê li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilat ên dagirkirî 19 welatiyên Filistînê binçav kirin.

Di daxuyaniya Cemiyeta Hêsîran a Filistînê da hat diyarkirin ku hêzên Îsraîlê bi şev avêtin ser hin herêmên Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilat.

Di van operasyonan da li Qudsa Rojhilat 9, li Şerîeya Rojava 10 welatiyên Filistînê hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku di nav binçavkiriyan da jinek û qîza wê yên ji Kampa Penaberên Filistînî ya Celezonê jî hene.

Hêzên Îsraîlê gelek caran diavêjin ser malên Qudsa Rojhilat û Şerîeya Rojava û bi hin îdiayan gel binçav dikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE