Hêzên Îsraîlê midaxeleyî Filistîniyên li ser Girê El Urmeyê kirin

Hêzên Îsraîlê midaxeleyî Filistîniyên li ser Girê El Urmeyê kirin

Hêzên Îsraîlê li bajaroka Beytayê ya li ser bajarê Nablusa Şerîeya Rojava midaxeleyî Filistîniyên li ser Girê El Urmeyê ji bo Cihû dest nedin ser herêmê nobetê digirin, kirin.

Li gor şahidan eskerên Îsraîlê ji bo Filistîniyan dûr bixin guleyên plastîk û xaza rondikrêj bi kar anîn.

Filistîniyan jî kevir avêtin eskerên Îsraîlê û lastîk şewitandin.

Şaredarê Beytayê Fuad Mealî ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand Cihû plan dikin ku îro werin Girê Urmeyê.

Cihû ji Adara 2020î vir va îdia dikin ku Girê Urmeyê ji bo wan pîroz e û hewl didin  9 hezar mêtroqereya vê derê zeft bikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE