Hêzên Îsraîlê Şêx Sebriyê Îmam Xetîbê Mescidê Eqsayê binçav kir

Hêzên Îsraîlê Şêx Sebriyê Îmam Xetîbê Mescidê Eqsayê binçav kir

Polêsên Îsraîlê raserî mala Îmam Xetîbê Mescidê Eqsayê Şêx Îkrîme Sebrî kir û ew binçav kir.

Endamekî malbata Şêx Sebrî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku hêzên Îsraîlê li Taxa Es-Suwaneya li Rojhilatê Qudsa ya dagirkirî di ser mala wan da girtin.

Çavkaniyê nexwest ku navê wî bê eşkerekirin da zanîn ku polêsên Îsraîlê bêyî ku tu hincetê nîşan bidin Sebrî binçav kir û ew birin navenda binçavkirinê ya Russian Compound (El-Meskubiyye) ya li Qudsa Rojava.

Şêx Îkrîme Sebrî duh bangî Filistîniyan kiribû ku ji ber Îsra û şeva Mîracê bila bên Haremê Şerîf.

Şêx Sebrî Miftiyê Filistîn-Qudsê yê berê ye û di halêhazir da peywira Serokatiya Heyeta Îslamê ya Bilind a Qudsê dike û berê jî çendî caran bi destê hêzên Îsraîlê va hatibû binçavkirin.

Meqamên Îsraîlê car caran cezayê dûrxistina ji Mescidê Eqsayê jî didin Sebrî.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE