Hêzên Xefter êrîşî wargeha xwendekaran kirin: 30 kuştî

Balafirên şer ên girêdayî milîsên General Xelîfe Xefter li herêma Hadbayê ya dikeve başûrê Trablusa paytextê Libyayê êrîşî wargeha xwendekarên eskeriyê kirin. Di êrîşê da jê gelek xwendekar 30 kes mirin, 33 kes jî birîndar bûn.

Hêzên Xefter êrîşî wargeha xwendekaran kirin: 30 kuştî

Balafirên şer ên girêdayî milîsên General Xelîfe Xefter li herêma Hadbayê ya dikeve başûrê Trablusa paytextê Libyaêrîşî wargeha xwendekarên eskeriyê kirin. Di êrîşê da jê gelek xwendekar 30 kes mirin, 33 kes jî birîndar bûn.

Navenda Qada Tibî û Piştgiriyê ya girêdayî Wezareta Tenduristiyê daxuyand şeva şemiyê li başûrê Trablusê êrîşî wargeha xwendekarên eskeriyê hat kirin, jê gelek xwendekar 30 kes mirin û 33 kes jî birîndar bûn.

Gelek ambulans hatin li ber Nexweşxaneya El Hadrayê ya ku nêzîkî akademiya eskerî ye. Eqrebayên mirî û birîndaran jî bilez xwe gihandin nexweşxaneyê.

Rayedarên nexweşxaneyê daxuyandin kesên mirine jê gelek ji ciwanên temenê wan di navbera 18-25an da ne pêk tên.

Wezareta Tenduristiyê ya Libyayê bangî gel kir ku ew ji bo birîndaran xwîna xwe bibexşînin.

Xelid el Mahcubê berpirsyarê hêzên Xefter îdia kir di akademiyê da "komên milîs ên reşik ên girêdayî qebîleyan" perwerdeyê dibînin.

- Xwendekar dema li baxçe kom bûbûn rastî êrîşê hatin

Xwendekarekî bi navê Abdulmelîk Mîftah Zeydan (22) ê ku bûye şahidê êrîşî ji nûçegihanê AAyê ra got xwendekaran şîva xwe xwarine û li bexçe kom bûne ku hejmara wan bê jimartin û ew herin razên û wiha dewam kir: "Wê demê bombe hat avêtin û teqîneke mezin çêbû. Mirov gişk mirin. Xwedê sebrê bide malbata hevalên min."

Trablusa paytextê Libyayê 10 meh e di bin êrîşa milîsên Xelîfe Xefter da ye. Li Meclisa Gel a Mezin a Tirkiyeyê (TBMM) tezkereyek hat qebûlkirin ku Tirkiye eskerên xwe bişîne Libyayê. Piştî vê biryarê li Trablusê hêviyek heye ku eskerên Tirkan êrîşên Xefter bidin sekinandin.

- Şîn hat îlankirin

Konseya Bilind a Dewletê piştî bûyerê li welêt şîn îlan kir.

Hat gotin heyfa vê êrîşê wê bê hildan.

Ji malbatên ku zarokên wan di êrîşê da mirine ra sersaxî hat dayîn û hat gotin ev êrîş wek êrîşên DEAŞa rêxistina terorê ye.

- Gel daket kolanan

Piştî êrîşê li Trablus, Mîsrata û Zuvvarayê gel daket kolanan û êrîş hat şermezarkirin.

Li van sê bajarên mezin darbekar Xefter û êrîş bi dirûşmeyan va hatin protestokirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 08 Çile 2020, 12:35
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE