İran: "Pêvajoya dawî lê hatina hebûna Amerikayê ya li herêmê dest pê kir"

Fermandarê Giştî yê Artêşa Mihafizên Şoreşa İranê Huseyîn selamî: "Sûîqesda dijî Qasim Silêmanî destpêka dawî lê hatina hebûna Amerikayê ya li herêmê ye

İran: "Pêvajoya dawî lê hatina hebûna Amerikayê ya li herêmê dest pê kir"

Fermandarê Giştî yê Artêşa Mihafizên Şoreşa İranê Huseyîn Selamî got ku "Sûîqesda dijî Qasim Silêmanî destpêka dawî lê hatina hebûna Amerikayê ya li herêmê ye."

Selamî ji televîzyona dewletê ya İranê ra axivî û der barê di êrîşa Amerikayê da li Bexdayê kuştina Qasim Silêmaniyê Fermandarê Hêza Qudsê ya girêdayî Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê da daxuyanî dan.

Selamî got Amerikayê bi êrîşî xetayeke stratejîk kir û nirxandina "Sûîqesda dijî Qasim Silêmanî destpêka dawî lê hatina hebûna Amerikayê ya li herêmê ye. Ev gotin divê bên qeydkirin ji ber ku di pêşerojê da dê bibînin ku bi cî hatine. Ewda me dê di coxrafyayeke berfireh,wext û bi tesîrên diyarker da be." kir.

Ji aliyê din va Wezîrê Karên Derva Mihemed Cewad Zerîfê ku ji ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da jî got ku "Pêvajoya dawî lê hatina hebûna bizirar a Amerikayê ya li Asyaya Rojava dest pê kir."

- Kuştina Silêmanî

Wezareta Parastinê ya Amerikayê (Pentagon) diyar kiribû ku di êrîşa li tanga Balafirgeha Bexdayê da Qasim Silêmaniyê Fermandarê Hêza Qudsê ya Artêşa Mihafizên Şoreşa İranê û Ebu Mehdî el-Mihendisê Alîkarê Serokê Heşdî Şebiyê hatin kuştin.

Di êrîşê da 10 kesên di nav wan da Silêmanî, serbazên İranê, Mihendis û û 5 welatiyên Iraqê hebûn hatibûn kuştin.

Ayetullah Elî Xameneyê serokê dînî yê İranê piştî bûyerê di daxuyaniya xwe da gotibû, "Bi çûyîna wî karên ku wî dikirin ew ê nesekinin û rêya wî ew ê neyê girtin. Heyfeke mezin li benda sûcdaran e."

Xameney diyar kiribû ku li welêt ji bo 3 rojan şîn îlan kir, di dewsa Silêmanî da Tuxgeneral Îsmaîl Qaanî tayîn kiribû.

AA

Dîroka nûkirinê: 08 Çile 2020, 12:35
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE