"Îran û Iraqê di bazirganiya nav xwe da dolar naemilînin"

Serokê Odeya Bazirganiyê ya Îran-Iraqê Yehya Îshaq: "Îran û Iraqê di muemeleyên bazirganiyê yên di navbera xwe da dev ji dolar berda. Piraniya bazirganiyê bi ewro, riyal û dînarê Iraqê tê kirin.

"Îran û Iraqê di bazirganiya nav xwe da dolar naemilînin"

Serokê Odeya Bazirganiyê ya Îran-Iraqê Yehya Îshaq diyar kir ku Tehran û Bexdayê di bazirganiya navbera xwe da dolar ji rewacê rakirin û di şûna wê da wê ewro, riyal û dînarê Iraqê bi kar bînin.

Îshaq daxuyanî da çapemeniya Îranê û got: "Îran û Iraqê di muemeleyên bazirganiyê yên di navbera xwe da dolar ji holê rakirin. Piraniya muemeleyên xwe yên bazirganiyê wê bi ewro, riyal û dînarê Iraqê dikin."

Di daxuyaniya xwe da Îshaq got ku ji bo bilî neftê Îran bi bergîdana 8 milyar dolarî tiştan dişîne Iraqê lê transfera pereya di nav bankeyan da tê kirin digel vê bazirganiyê gelekî kêm e.

Îshaq ragihand ku pirsgirêka bankevaniyê ya divê Îran çareser bike di nav mijarên sereke da cih digire û lazim e herdu welat bi şirîkatî bankeyekê ava bikin lê astengiyên li pêş vê gavê hê jî hene.

Serokê Odeya Bazirganiyê ya Îran-Iraqê Îshaq destnîşan kir ku di rêza ewil a welatên Îran berheman dişîne da Çîn heye û Iraq jî piştî wê di rêza duyemîn da cih digire û wiha pê da çû: "Di nav berhemên ku Îran dişîne Çînê da herî zêde berhemên petrol û petrokîmyayê hene. Lê ji bo Iraqê ji salçeya firingiyan bigir heta amûrên înşeatê gelek tişt tên şandin."

 


AA

Dîroka nûkirinê: 02 îlon 2018, 09:55
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE