Îranê ji bo Tirkiyeyê bertek nîşanî Amerîkayê da

Cewad Zerîfê Wezîrê Karên Derva yê Îranê daxuyaniyên Donald Trumpê Serokê Amerîkayê yên li ser aboriya Tirkiyeya endamê NATOyê wekî "rûreşiyê" nirxand.

Îranê ji bo Tirkiyeyê bertek nîşanî Amerîkayê da

Cewad Zerîfê Wezîrê Karên Derva yê Îranê daxuyaniyên Donald Trumpê Serokê Amerîkayê yên li ser aboriya Tirkiyeya endamê NATOyê wekî "rûreşiyê" nirxand.

Mehmûd Cewad Zerîfê Wezîrê Karên Derva di hesabê xwe yê Twitterê da got, "Trump ji bo pirsgirêkên aboriya Tirkiyeya endamê NATOyê şa dibe ev şermeke mezin e. Dibê Amerîka dev ji mueyîde û zordariyê berde, heke wisa neke hemû welatên dinyayê ew ê ji şermezarkirinê wê da herin. Em berê jî li cem cînarên xwe bûn û nika jî li cem wan in, em ê sibê jî li cem cînarên xwe bin."

 

Trumpê Serokê Amerîkayê duh di hesabê xwe yê Twitterê da gotibû, "Lireyê Tirkiyeyê li ber dolarê Amerîkayê ji qîmetê dikeve", diyar kiribû ku destûr da ku baca li ser alumînyum û polayê ku ji Tirkiyeyê tên 2 qat were zêdekirin û wiha nivîsîbû: "Baca li ser alumînyumê ew ê bibe ji sedî 20, ya li ser polayê jî ew ê bibe ji sedî 50. Di vê heyamê da têkiliyên me yên bi Tirkiyeyê ra rind nînin."

Hamî Aksoyê Berdevkê Wezareta Karên Derva bertek nîşanî daxuyaniya Trump dabû û gotibû, "Donald Trumpê Serokê Amerîkayê biryar daye ku baca li ser pola û alumînyumê ya em îxrac dikin zêde bike, eleqeya vê bi cidiyeta dewletê tune."

 


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE