Iraq amadekariya jimartina nifûs ya giştî dike

Wezîrê Plansaziyê yê Iraqê Nurî Sebah Duleymî: "Di cotmeha sala 2020an da em ê li seranserê welêt jimartina nifûs ya giştî bikin. Me hemû amadekariyên ji bo vê yekê temam kirin"

Iraq amadekariya jimartina nifûs ya giştî dike

Hat ragihandin ku li Iraqê saleke din dê jimartina nifûs ya giştî were kirin.

Wezîrê Plansaziyê yê Iraqê Nurî Sebah Duleymî di civîna çapemeniyê ku li paytext Bexdayê li avahiya wezaretê li dar xist da wiha got, "Di cotmeha sala 2020an da em ê li seranserê welêt jimartina nifûs ya giştî bikin. Me hemû amadekariyên ji bo vê yekê temam kirin."

Ji bo pirsa, li welêt gelo li ber jimartina nifûs ya giştî tu astengiyeke siyasî heye yan na, Duylemî wiha axivî, "Li ber me ji bo jimartinê tu problem û astengiyeke siyasî tuneye. Atmosfera siyasî ji bo jimartinê guncan e. Armanca me ya jimartinê, xizmet û pêşketin e."

Li Iraqê herî dawîn di sala 1987an da jimartina nifûs ya giştî li hemû bajaran hatibû kirin. Tê îdiakirin ku serjimara welêt derdora 38 milyonî ye.

AA

Dîroka nûkirinê: 21 Gulan 2019, 17:53
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE