Iraqê bangî cîranên xwe kir

Salih: Di têkoşîna li dijî terorê de divê em bi hev re tevbigerin...

Iraqê bangî cîranên xwe kir

Serokkomarê Îranê Hesen Ruhanî ji bo serdana fermî ya 3 rojan çû iraqê. Ruhanî ev cara ewil e ku serdana îranê dike. Di rojevê de jî têkiliyên siyasî, aborî û ewlehiyê hene.

Serokkomarê Îranê Hesen Ruhanî li Bexdayê ewilî çû ser tirbeya Musa Kasim a Meleyê Şiiyan.

Ruhanî paşê jî bi Serokkomarê İraqê Berhem Salîh re hat bal hev.

Di serdanê de herî zêde li ser mijarên têkoşîna li dijî terorê û ewlehiya hurdu dewletan hat axaftin.

Serokkomarê İraqê Salîh got, “ji bo çareseriyeke mayînde ya têkoşînê li dijî terorê divê em bi cîranên xwe re tevbigerin.”

Ruhanî jî got, Em dixwazin têkiliyên xwe yên siyasî û bazirganiyê yên bi İraqê re xurttir bikin.

Di hevdîtinan de li ser petrol, bazirganî, tendirustî û çûnûhatinê de peyman hatin îmzekirin.

Di civînê de biryar hat dayîn ku ji meha Nîsanê û pê ve vîzeyên çûnûhatinê bê pere bin.

Ev serdan di wê heyamê de hat kirin ku Emerîka dixwaze li ser İraqê bandora xwe zêdetir bike. Ev yek balkêş bû.

Dîroka nûkirinê: 13 Adar 2019, 09:48
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE