Iraqê di 4 mehan da 357 milyon warêl neft îxrac kir

Iraqê di çar mehên îsal de 357 milyon warêl nefta xam îxrac kir...

Iraqê di 4 mehan da 357 milyon warêl neft îxrac kir

 Iraqê di çar mehên îsal de 357 milyon warêl nefta xam îxrac kir. 

Li gor daneyên ji saziya îstatîstîkê ya hikûmetê hat dayîn, Iraqê di 4 mehên îsal de 408 milyon û 585 hezar warêl nefta xam ji herêmên başûr û navîn ên welêt derxist. 

Li gor daneyên hatin eşkerekirin ji vê neftê 357 milyon û 800 hezar warêl hat îxrackirin. Li gor daneyan li piyasayên navneteweyî warêla neftê bi 60 dolarî hat firotin. 

Iraqa ku aboriya wê bi temamî li ser neftê ye, rojane 4,5 milyon warêl neft tê hilberîn û jê 3,5 milyon warêlî jî îxrac dike.

Dîroka nûkirinê: 23 Hezîran 2019, 14:52
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE