Iraqê hêzên teqwiye şandin sînorê Sûriyeyê

Wezareta Parastinê ya Iraqê diyar kir ku "hêzên teqwiye" şandin sînorê Sûriyeyê

Iraqê hêzên teqwiye şandin sînorê Sûriyeyê

Wezareta Parastinê ya Iraqê diyar kir ku "hêzên teqwiye" şandin sînorê Sûriyeyê.

Di daxuyaniya wezaretê da hat diyarkirin ku hêzên teqwiye şandin xeta sînorê Sûriyeyê a li Qaîma navçeya Enbarê.

Dîsa di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku ji bo sînor mihefeze bikin, pêşî lê bibirin ku çeteyên DEAŞa rêxistina terorê derbasî welêt nebin ev biryar hat dayîn.

- Îdiayên dibêjin DEAŞê dîsa derkeve holê

Adil Ebdilmehdiyê Serokwezîrê Iraqê do li Bexdaya paytext di civîna çapemeniyê da bal kişandibû ser îdiayên dibêjin DEAŞê dîsa derkeve holê.

Ebdilmehdî wiha pê da çû: "DEAŞ dixebite ku morelê bide piştgirên xwe yên li Iraqê lêbelê rewş di kontrola hêzên me yên ewlekariyê da ye. Li gor berê nika li Iraqê ewlehî û îstiqrar heye. Ji bo ku DEAŞ ji sînorê Iraq-Sûriyeyê ra derbasî welêt nebe em li ser wezifeyê ne. DEAŞê li sînor derbeyeke mezin xwar. Ev ê li ser rewşa wê ya li Iraq û Sûriyeyê jî tesîrê bihêle."

Li ser xeta sînorê Iraq û Sûriyeyê 4 qereqolên bi navê Huseybe, Qaîm, Welîd û Rabîayê yên Iraqê hene.

AA

Dîroka nûkirinê: 21 Çile 2019, 17:30
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE