Iraqê ji ber vîrusa coronayê hemî deriyên xwe yên sînorî li welatiyên Îranê girt

 Iraqê ji ber cura nû ya vîrusa coronayê (Kovîd-19) heta 3 rojan hemî deriyên xwe yên sînorî li welatiyên Îranê girt.

Iraqê ji ber vîrusa coronayê hemî deriyên xwe yên sînorî li welatiyên Îranê girt

 Iraqê ji ber cura nû ya vîrusa coronayê (Kovîd-19) heta 3 rojan hemî deriyên xwe yên sînorî li welatiyên Îranê girt.

Di daxuyaniya Saziya Deriyên Sînorî ya Iraqê de hat destnîşankirin ku ji ber cura nû ya vîrusa coronayê (Kovîd-19) heta 3 rojan hemî deriyên xwe yên sînorî li welatiyên Îranê girtine.

Di daxuyaniyê de herwiha hat gotin ku welatiyên Iraqê yên ku ji Îranê vegerin li derveyî wê qedexeyê ne û dê îdxalata ji Îranê bo Iraqê berdewam be.

Ji ber mirina 2 kesan ji cura nû ya vîrusa coronayê li Îranê Wezareta Veguhastinê jî ragihandibû ku hemî firînên hatûçûna Îranê rawestandine.

Dîroka nûkirinê: 21 Çile 2020, 17:42
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE