Iraq ji bo koalîsyona Kendavê ya ligel Îranê amade nîne

"Em di vê merheleyê da ji bo tevlîbûna koalîsyonê amade nînin. Heta ku di navbera aliyan da aramî pêk bê û hevdîtin ji nû va dest pê bikin ji me ra jî wext lazim e."

Iraq ji bo koalîsyona Kendavê ya ligel Îranê amade nîne

 Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Mihemed Elî el-Hakim diyar kir ku Iraq ji bo koalîsyona Kendavê ya bi Îranê ra amade nîne.

Hakim di çarçoveya hevdîtinên Lijneya Giştî ya 74emîn a Neteweyên Yekbûyî (NY) da li New Yorkê daxuyanî da çapemeniyê. Li ser pirsa ku 'gelo Iraq wê ji bo Kendavê tevlî koalîsyona Îranê bibe?' jî got: "Em di vê merheleyê da ji bo tevlîbûna koalîsyonê amade nînin. Heta ku di navbera aliyan da aramî pêk bê û hevdîtin ji nû va dest pê bikin ji me ra jî wext lazim e."

Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî roja çarşemê di axaftina li Lijneya Giştî ya NYê kir da gotibû ku li herêma Kendavê ji bo hemû welêt rêzê nîşanî serxwebûna hev bidin bi navê "Li Kendava Hurmuzê koalîsyona hêviyê ya ji bo aştiyê" pêşniyaz kiribû.

Hikûmeta Îranê jî di daxuyaniya weşand da ragihan ku di koalîsyonê da wê Erebistana Siûdî, Iraq, Behreyn, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb, Qeter, Umman û Kuweyt cih bigirin.AA

Dîroka nûkirinê: 27 îlon 2019, 17:49
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE