Hikûmeta Iraqê diyar kir ku kontenjana heciyan a Iraqê derxistin 50 hezarî.
Li gor daxuyaniya Ofêsa Serokwezîriya Iraqê, Adil Ebdilmehdiyê Serokomar di çarçoveya temasên fermî da bi rayedarên Erebistana Siûdî ra axivî û got ku ji ber şert û mercên dijwar gelÊ Iraqê qasî têrê ji kontenjana Hec îstifade nekir.
Piştî ziyareta Erebistana Siûdî ya 2 rojan li ber xwe da ya Ebdilmehdî rêveberiya Riyadê biryar da ku kontenjana heciyan a Iraqê derxin 50 hezarî.
Serjimara Iraqê kêmzêde 39 milyon e û par kontenjana dabûn welêt jî 38 hezar bû.
Ebdilmehdiyê Serokwezîrê Iraqê bi 11 wezîr û 70 karsazî ra pêr çûbû Erebistana Siûdî, di navbera herdu welatan da di qadên vejen, petrol, veberhênan û çandiniyê da 13 mitebeqet îmze kiribû.
Herdu welatan di sala 2017an da peyman îmze kiribûn ku "Konseya Kordinasyona Erebistana Siûdî û Iraqê" ava bikin.
Rejima Sedam Huseyn di sala 1990î da Kuweyt dagir kiribû û li ser vê têkiliyên Iraq-Erebistana Siûdî bi tevahî qut bibûn lêbelê Erebistana Siûdî di sala 2015an da piştî 25 salan biryar dabû ku dîsa li Bexdayê balyozxaneya xwe veke.AA