Iraqê li 2 qadên neftê yên li başûr dest bi veberhênana xazê kir

Iraqê li 2 qadên neftê yên li başûr dest bi veberhênana xazê kir

Iraqê ragihand ku li 2 qadên neftê yên bajarê Zîqarê ku dikeve başûrê welêt, projeya veberhênana rojane 200 milyon fît kup a xazê destpê kir.

Di daxuyaniya Wezareta Neftê ya Iraqê de hat destnîşankirin ku Wezîrê Neftê yê Iraqê Îhsan Ebdulcebar ragihandiye piştî sekneke zêdetir ji 3 salan, li bajarê Zîqarê li wadên Nasiriye û Qerafê bi hevkariya şirketa Baker Hughes a Amerikan projeya navborî destpê kiriye.

Wezîr Ebdulcebar anî ziman ku veberhênana Baker Hughesê ya rojane 200 milyon fît kup a xazê dê li heman herêmê bi veberhênana neftê re bê kirin.

Ebdulcebar tekezî li wê yekê kir ku proje hinekî dereng maye û wiha got, "Diviya ku proje sala 2018an destpê bike."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE