Iraqê êrîşa terorê ya li Batmanê şermezar kir

Iraqê ji bo êrîşa terorê ya li Batmanê ya tê da 8 esker şehîd bibûn û eskerek birîndar ketibû peyama şermezarkirinê weşand.

Iraqê êrîşa terorê ya li Batmanê şermezar kir

Iraqê ji bo êrîşa terorê ya li Batmanê ya tê da 8 esker şehîd bibûn û eskerek birîndar ketibû peyama şermezarkirinê weşand.

Ehmed Mehcubê Berdevkê Wezareta Karên Derva ya Iraqê di daxuyaniya xwe da got, "Wezareta Karên Derva ya Iraqê êrîşa terorê ya li Batmanê ya ku li dijî wesayîta eskerî ya Tirkiyeyê hat kirin û têda gelek esker hatin kuştin û birîndarkirin, şermezar dike.

Mehcub got hincet çi dibe bira bibe Iraq li dijî terorê û bûyerên tundiyê ye, di mijara parastina ewlekarî û îstiqrarê da bi Tirkiyeya cînar ra di piştevaniyê da ne.

Dema wesayîta eskerî ya Kobraya bi zirx diçû devera di navbera li Yemîşliya gundê Gercuşa navçeya Batmanê û Umutliya gundê Dargeçita navçeya Mêrdînê operasyonê bike, teqemeniya terorîstên PKKyî bi cî kiribûn teqiya. Di encama teqînê da 8 esker şehîd bibûn û eskerek birîndar ketibû.

Dîroka nûkirinê: 05 Cotmeh 2018, 11:39
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE