Wezîrê Çandiniyê yê Iraqê Salih el Hesenî daxuyand îtxalata xurmeyan hatiye qedexekirin.
Hesenî li bajarê Kerbelayê daxuyaniyeke çapemeniyê li dar xist û got "Me biryar da ku îtxalata xurmeyan a ji bo Iraqê bê qedexekirin."
Wezîr Hesenî anî ziman ji ber ku li welêt xurme zehf in û ew dixwazin hilberîna herêmî zêde bibe wan ev biryar daye.
Demek berê jî Iraqê îtxalata hêk û mirişkan qedexe kiribû. Lê her çiqas bê qedexekirin jî bi qaçaxî ji Îranê ev xwarin tên anîn.AA