Iraq wê hilberîna neftê rojê 139 hezar warîl kêmke

Li Viyanaya paytextê Awistiryayê civîna 5em a OPEC û welatên ku endamê OPECê nînin hatibû lidarxistin...

Iraq wê hilberîna neftê rojê 139 hezar warîl kêmke

Di çarçoveya biryara rojane kêmkirina hilberîna neftê ya Rêxistina Welatên ku Neftê Îxrac Dikin (OPEC) û welatên ku hiberînê dikin lê ne endam in da Iraq wê hilberîna neftê rojê 139 hezar warîl kêmke. 

Wezîrê Neftê yê Iraqê Samîr Gazban daxuyaniya nivîskî da û diyar kir ku di çarçoveya biryar kêmkirina hilberîna neftê ya OPEC û welatên ku hiberînê dikin lê ne endam in da welatê wî wê hilberîna neftê rojê 139 hezar warîl kêmke.

Li Viyanaya paytextê Awistiryayê civîna 5em a OPEC û welatên ku endamê OPECê nînin hatibû lidarxistin û OPECê biryar dabû ku rojê 800 hezar warîl kêmke, welatên ku endamê OPECê nînin jî biryar dabû ku hilberîna neftê rojane 400 hezar warîl kêmkin.

Di çarçoveya biryara rojane kêmkirina hilberîna neftê ya OPEC û welatên ku hiberînê dikin lê ne endam in da hatibû daxuyandin ku Erebistana Siûdî rojane 500 hezar warîl, Rûsya jî 228 hezar warîl wê hilberîna neftê kêmkin.AA

Dîroka nûkirinê: 11 Kanûn 2018, 10:16
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE