Iraq wê ji Amerîkayê genim û birincê îdxal bike

Peyman li Bexdayê ji hêla Mihemed Haşîmê Wezîrê Bazirganiyê û Douglas Sîllîmanê Balyozê Bexdayê yê Amerîkayê va hat îmzekirin. 

Iraq wê ji Amerîkayê genim û birincê îdxal bike

Wezareta Bazirganiya Iraqê ji bo kirîna genim û birincê bi Amerîkayê re ji bo 6 mehan peyman îmze kir. 

Peyman li Bexdayê ji hêla Mihemed Haşîmê Wezîrê Bazirganiyê û Douglas Sîllîmanê Balyozê Bexdayê yê Amerîkayê va hat îmzekirin. 

Mihemed Haşîmê Wezîrê Bazirganiyê piştî merasîma îmzekirina peymanê daxuyanî da û got ku wan peyman ji bo 6 mehan îmzekiriye û wiha axivî:

"Bi saya vê peymanê îxtiyaca xwe ya ji bo birinc û genimê em ê çareser bikin. Ji bilî vê em dixwazin di mijarin de jî bi Amerîkayê re hevkariyê bikin. Di çarçoveya peymanê da hin şîrketên Amerîkayê wê Iraqê ziyaret bikin."

Douglas Sîllîmanê Balyozê Amerîkayê yê li Bexdayê jî got ku ew ê her dem alîkariyê bidine Iraqê. 

Iraq her sal qasî tonekê genim û birincê ji welatên derva dikir e. 

Dîroka nûkirinê: 13 Kanûn 2018, 17:17
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE