Iraqê weşana du televîzyonên Erebistana Siûdî da sekinandin

Weşana televîzyonên Erebistana Siûdî Alarabiya û Al Hadath ên li welêt weşanê dikin ji ber hinceta ruhsata wan tune hatin sekinandin.

Iraqê weşana du televîzyonên Erebistana Siûdî da sekinandin

Iraqê weşana du televîzyonên Erebistana Siûdî Alarabiya û Al Hadath ên li welêt weşanê dikin da sekinandin.

Li ser malpera înternetê ya televizyona Alarabiyayê hat daxuyandin hikûmeta Iraqê ji ber sedema bêruhsatiyê xebatên wan dane sekinandin.

Li gor daxuyaniyê polêsên Iraqê li ser Alarabiya û Al Hadathê da girtin û ji nûçegihanan ra gotin ji ber ku ruhsat tune ew nikarin rojnamevaniyê bikin.

Der barê sedema rawestandina weşanên televizyonan da hat gotin xwepêşandanên li bajarên Iraqê her tim tên şopandin û ew di televizyonê da tên weşandin.

Ji meqamên Iraqê der barê mijarê da tu daxuyanî nehat dayîn.

AA

Dîroka nûkirinê: 30 Cotmeh 2019, 16:55
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE