Iraqiyên ji DEAŞê reviyabûn û xwe spartibûn Sûriyeyê vedigerin welatê xwe

Iraqiyên ji DEAŞê reviyabûn û xwe spartibûn Sûriyeyê vedigerin welatê xwe

Di çarçoveya vegera bi dil a Iraqiyan da ku ji ber zilm û zordestiya DEAŞa rêxistina terorê ji welatê xwe reviyabûn Sûriyeyê 138 kes bi saya xebatên dîplomasiya mirovahî ya Türkiyeyê va ber bi welatê xwe va derketin rê.

Di encama xebatên Wezareta Karên Derva ya Türkiye û Iraqê û Weqfa Alîkariya Mirovahî ya Maf û Azadiyên Mirov (ÎHH) da Iraqiyên ji ber zordestiya DEAŞê xwe spartibûn Sûriyeyê hêdî hêdî vedigerin welatê xwe.

Koordînatorê Beşa Dîplomasiyê yê ÎHHyê Taner Altun daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku bi saya xebatên hevkar ên saziyên Türkiye û Iraqê va vegera bi dil a Iraqiyan dewam dike.

Altun destnîşan kir ku ji Hereketa Kaniya Aştiyê vir va konvoya çaremîn ji Til Ebyadê ber bi Iraqê va derket rê û wiha domand: "Ji Til Ebyadê 113 û ji Ezezê jî 25 bi tevahî 138 welatiyên Iraqî wê biçin welatê xwe."

DEAŞê di sala 2014an da bi ser Misûl, Enbar û Selahadîn a eyaletên Iraqê da girtibû û ji wî alî ber bi Sûriyeyê va gelek kesan koç kiribû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE