İsrail destûrê nade ku nexweş ji bo tedawiyê ji Xezeyê derkevin

Wezîrê Tenduristiyê yê Filistinê Mey Keyle diyar kir, İsrail nahêle ku Gazzeyî ji bo tedawiyê ji bajêr derkevin û ev tê meneya "biryara kuştina" nexweşan.

İsrail destûrê nade ku nexweş ji bo tedawiyê ji Xezeyê derkevin

Wezîr Keyle daxuyanî da û got ku qedexeya İsrail ne tenê ji bo nexweşan, ji bo kesên ku bi wan ra refaqatê dikin jî derbasdar e. Keyle got ku hin dergûşên nexweş ku di nav wan da nexweşên penceşêrê jî hene, mecbûrî tenê dişînin Şerîeya Rojava û nahêlin diya wan bi wan ra here.

Keyle diyar kir, tişta ku İsrail dike û nahêle ku Gazzeyî ji bo tedawiyê ji bajêr derkevin, dijî mafên nexweşan sûcek e û tê wê meneyê ku der heqê nexweşan da "biryara kuştinê" hatiye dayîn. Keyle bang kir ku civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan helwesteke cidî nîşanî vê mijarê bidin.

Li gor rapora ku Navenda Mafên Mirovan a Filistinê weşand, İsrail di navbera rêbendana 2008 û rêbendana 2018an da nehîşt ku nêzî 51 hezar Filistiniyên nexweş ji bo tedawiyê ji Gazzeyê derkevin. Li gor raporê İsrailê tenê par nehîşt ku ji sedî 35ê nexweşan seba tedawiyê ji Gazzeyê derkevin.

Ji aliyê din va Wezareta Tenduristiyê berî niha jî daxuyandibû ku di 2018an da ji ber destûr nehatibû dayîn ku nexweş seba tedawiyê ji Gazzeyê derkevin, 56 nexweşên rewşa wan giran, wefat kirin.

Li Gazzeya ku 12 sal in lê şer û ablûqe heye, di sektora tenduristiyê da pirsgirêkên cidî hene.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE