Hêza asîmanî ya İsrailê li Gazzeyê ciyekî Hemasê bombebaran kir.
Li Gazzeyê herêmeke di destê Tuxayên Îzedîn el-Qesam ên girêdayî Hemasê bû armanca balafirên şer ên İsrailê.
Di êrîşa dijî herêma Xan Yûnis a li başûrê bajêr da ziyaneke canî çênebû.
Êrîşa asîmanî, kurtedemek piştî wê yekê hat kirin ku artêşa İsrailê ragihand ku ji Gazzeyê roket hat agirkirin.
AA