Erîş û tundiya Israîlê ya li ser Filistînê naqede. Leşkerên Israîlê li şerîaya rojava dîsa êrîş bir ser kampa penaberan. Di êrîşan de 4 filistînî birîndar kirin.
Leşkerên Israîlê bi ser kampa penaberan a bi navê Cenînê de girtin.
Li malan geriyan û 14 Filistînî bin çav kirin.
Filistîniyên ku li hember tundiya leşkeran serê xwe netewandin, Israîl protesto kirin.
Leşkerên Israîlî bi çek û bombeyên gazê mudaxeleyî sivîlan kirin.
Di bûyeran de 4 Filistînî birîndar bûn, gelek kes jî ji gazê aciz bûn.
Di vê navberê de li Gazzeya dorpêçkirî serdaneke suprîz jî hate kirin.
Serokê Komîteya Jinûveavakirina Gazzeyê Mihammed el-Îmadî ku bixwe ji Qetarê ye bi Serokê Buroya Siyasî Hamasê Îsmail Heniyye re civiya.
Di hevdîtinê de geşedanên li Filistînê hatin axaftin û di serî de ya li Gazzeyê, ji bo tundiya li ser xelkê Filistînê xelas bibe gavên hewce hatin nirxandin.