Israîlê Talîmat Da Medyayê: “Wêneyên ku derketin neweşînin”

Wêneyên eskerên Israîlê yên ku ketin Gazzeyê hatin belavkirin...

Israîlê Talîmat Da Medyayê: “Wêneyên ku derketin neweşînin”

Şaxa Hamasê ya leşkerî, lîwaya Îzzettîn El Qassamê wêneyên hêzên taybet ên Îsralê ku ketin Gazzeyê belav kirin. Li ser vê bûyerê, israîlê jî lêpirsîn vekir û ji filistîniyan xwest ku derheqê wan kesan de, hemû agahiyan biweşînin.

Wêneyên wan hatin weşandin.

Hêzên İsraîlê ku bi dizîka ketin Gazzeyê eşkere bûn.

Şaxa Hemasê ya leşkerî Lîwaya Îzzettîn el Qassamê wêneyên leşkerên İsraîlê ku bi awayekî veşarî derbasî Xan Yûnisa Gazzeyê bûn li ser înternetê weşandin.

Hat ragihandin leşkerên ku wêneyên wan hatin weşandin, ji Hêzên Taybet ên İsraîlê ne.

Di malperê de wêneyên wesayîdên ku tevlî operasyonê bûbûn jî hatin kifşkirin.

Piştî weşandina wêneyan, Artêşa İsraîlê jî daxuyaniyek da.

Artêşa İsraîlê, ji bo ew fotograf neyên weşandin, talîmat da çapemenî û malperên medyaya civakî.

Di 11ê Mijdarê de ji ber ku komek eskerên İsraîlê ên taybet bi wesayîdeke sivîl ketibûn Gazzeyê, rageşiya li Gazzeyê zêde bûbû.

Di pevçûnan de 14 Filistînî şehîd ketibûn, leşkerekî İsraîlê jî hatibû kuştin.

Dîroka nûkirinê: 23 Mijdar 2018, 17:35
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE