Iştiyeyê Serokwezîrê Filistînê: Em bi hev ra li dijî êrîşên Îsraîlê disekinin

Iştiyeyê Serokwezîrê Filistînê: Em bi hev ra li dijî êrîşên Îsraîlê disekinin

Mihemed Iştiyeyê Serokwezîrê Filistînê diyar kir ku hemû gelê Filistînê li Qudsa Rojhilat a dagirkirî û Xeta Xezeyê ya dorpêçkirî li dijî êrîşên Îsraîlê li ber xwe dide.

Iştiye wekî nûnerê Mehmûd Ebasê Serokê Filistînê çû Şerîeya Roja û merzelê Yaser Erefatê serokê sereke yê Filistînê ziyaret kir.

Iştiye li ber serê merzel li ser navê Ebas eyda gelê Filistînê pîroz kir û wiha got:

"Me dixwest eva eyda di dilê zarok, jin û mezinên me da bibe kêfxweşî lêbelê rejima dagirker bi tundî êrîşî Mescîda Eqsayê, Quds û Xeta Xezeyê kir ji ber vê Ebasê Serok hemû pîrozbahiyên eydê betal kir. Em niha bi hev ra li dijî êrîşên Îsraîlê li ber xwe didin."

Ebasê Serokê Filistînê ji ber êrîşên Îsraîlê yên li ser Qudsa Rojhilat û Xezeyê duh şîn îlan kiribû û telîmat dabû ku hemû pîrozbahiyên ji bo eydê werin betalkirin.

- Îsraîl di Eyda Remezanê da jî êrîşî Xezeyê dike: Hejmara şehîdan derkete 83yan

Di vê roja Eyda Remezanê da artêşa Îsraîlê Xezeya dorpêçkirî dixe hedef.

Êrîşên Îsraîlê dewam dikin li Xeta Xezeyê bi şehîdkirina 11 kesî va hejmara şehîdan derkete 83yan.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE