Japonyayê guh nede biryara Amerîkayê ya ji bo Mihefizên Şoreşê

Li gor xebera NHKya têlevizyona Japonyayê, Kono li Tokyoya paytext daxuyanî da û diyar kir ku niyeta hikûmeta Japonyayê tune ku guh bide biryara li ser Artêşa Mihafizên Şoreşê.

Japonyayê guh nede biryara Amerîkayê ya ji bo Mihefizên Şoreşê

Taro Konoyê Wezîrê Karên Derva yê Japonyayê got ku ew ê guh nedin biryara Amerîkayê ya ku Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê wekî "rêxistina terorê" îlan dike.

Li gor xebera NHKya têlevizyona Japonyayê, Kono li Tokyoya paytext daxuyanî da û diyar kir ku niyeta hikûmeta Japonyayê tune ku guh bide biryara li ser Artêşa Mihafizên Şoreşê.

Wekî mayîn Kono bangî Îranê kir ku bira ji bo îstiqrara herêma Rojhilata Navîn xebatên fuzeyên balistîk bide sekinandin.

Kono destnîşan kir ku bi Îranê ra têkiliyên wan ên nêz hene, ji bo pirsgirêkan bi diyalog û îstişareyê çareser bikin Japonyayê xebatên xwe bidomîne.

Donald Trumpê Serokê Amerîkayê pêr diyar kiribû ku Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê tevlî lîsteya rêxistinên terorê yên biyanî kirine.

Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê jî li dijî vê biryarê gotibû ku Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) tevlî lîsteya rêxistinên terorê kirin.AA

Dîroka nûkirinê: 11 Nîsan 2019, 17:08
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE