Ji 11 eyaletan li 8 heban Joe Bîden bi ser ket

Joe Bîden li eyaletên Virginia, Alabama, Oklahoma, Carolinaya Bakur, Arkansas, Minnesota, Tennessee, Massachusettsê Bîden bi ser ket

Ji 11 eyaletan li 8 heban Joe Bîden bi ser ket

Ji Sêşema Super a li 14 eyaletên Amerîkayê pêşbijartin hat kirin vir da encama ji 11 eyaletan hat eşkerekiirin û li 8 eyaletan Joe Bîden qezenc kir, Bernîe Sandersê wekî favorî dihat nîşandan jî bi tenê li 3 eyaletan qezenc kir.

Li gor encamên nefermî yên Associated Pressê (AP) eşkere kir li eyaletên Virginia, Alabama, Oklahoma, Carolinaya Bakur, Arkansas, Minnesota, Tennessee, Massachusettsê Bîden bi ser ket.

Wekî mayîn sandersê bi fikrên xwe yê çepgiriyê tê zanîn û ji ciwanan eleqeyê dibîne jî hetanî nika li eyaletên Vermont, Colorado û Utahê bi ser ket.

- Li benda eyaletên krîtîk in

Wekî mayîn hê li Calîfornîa û Teksasê bijartina rayan dewam dike û herdu eyalet jî gelekî girîng in. Li eyaleta Mîneyê jî hê encam nehat eşkerekirin û rayên Sanders û Bîden gelekî nêzî hev in.

Li gor anketên sandiqan li Calîfornîa û Teksasê vê gavê Sanders li pêşiyê ye.

Ji hêla din va Michael Bloombergê karsazê nilyarder ê Amerîkayê li Samoaya Amerîkayê bi ser ket û serkeftina xwe ya ewil bi dest xist.

Elizabeth Warrena Senatora Massachusettsê ya namzeda demokrat û Tulsi Gabbarda ezaya Meclisa Nûneran di Sêşama Super da hebûna xwe nîşan nedan.

Kî herî zêde delegeyan qezenc bike ew ê bibe namzedê Partiya Demokrat ji ber vê hejmara eyaletên tên qezenckirin gelekî girîng e.

AA

Dîroka nûkirinê: 05 Adar 2020, 14:39
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE