Ji 133 milyonî zêdetir mirov birçî dimînin

NYyê da zanîn ku ji ber şer û bobelatên siruştî li 53 welatan ji 113 milyonî zêdetir mirov bi "birçîbûna akut" ra rûbirû ne

Ji 133 milyonî zêdetir mirov birçî dimînin

Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku di serî da Yêmen, Komara Demokratîk a Kongoyê û Efxanistan di asta gerdûnî da 113 milyon mirov bi "birçîbûna akut" ra rûbirû ne.

Li gor "Rapora Qeyrana Xurekê ya Gerdûnî ya 2019an" a ku ji aliyê Rêxistina Çandinî û Xurekê ya NYyê va hat weşandin par di serê welatên ku bi xetereya xelayê ra rûbirû ne da Yêmen, Komara Demokratîk a Kongoyê, Efxanistan, Etiyopya, Sûdan, Sûdana Başûr, Nîjerya û Sûriye hene.

Di raporê da hat diyarkirin ku li van 8 welatan bi qasî 72 milyonî mirov bi birçîbûna akut ra rûbirû ne û hat gotin ku ji ber şer, aboriyên diguherîn, bobelatên siruştî yên ku ji ber guherîna av û hewayê çêdibin û bêewlehî sedemên sereke yên pirsgirêka xelayê ne.

Li gor daneyên hatin eşkerekirin li tevahiya dinyayê li 53 welatan hewcehiya 113 milyon mirovî acîlen bi xurekê heye. Li tevahiya dinyayê di sala 2017an de jimara kesên ku pirsgirêka birçî mayînê jî tevahî 124 milyon bû.

- Welatê ku herî zêde bin tesîra birçîbûnê da ye Yêmen e

Di raporê da hat ragihandin ku di asta gerdûnî da welatê ku jimara kesên di rewşa "birçîbûna akut" da lê herî zêde ne bi 15,9 milyonî Yêmen e û piştî vî welatî bi 13,1 milyonî Komara Demokratîk a Kongoyê û 10,6 milyonî Efxanistan tê.

Di raporê da herwiha hat gotin ku "Kêmasiya akut û kronîk a xwarina zarokan da dibe sedema fikaran."

AA

Dîroka nûkirinê: 07 Nîsan 2019, 12:52
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE