Ji 7 hezarî zêdetir şêniyên Mariupolê di nava rojê da hatin texliyekirin

Ji 7 hezarî zêdetir şêniyên Mariupolê di nava rojê da hatin texliyekirin

Alîkara Serokwezîrê Ukraynayê Îrîna Vereşçukê diyar kir, di nava rojê da ji 7 hezarî zêdetir şêniyên Mariupolê hatin texliyekirin.

Vereşçukê li ser medyaya civakî dîmenek parve kir û der heqê texliyekirina sivîlên ku li Ukraynayê ji cî û warên şer hatin texliyekirin da agahî parve kir.

Vereşçukê daxuyand, ji bo texliyekirina şêniyên Mariupolê wan korîdorên alîkariya însanî xebitandin û wiha dewam kir, "Ji bajarê Berdyanskê 1100 şêniyên Mariupolê hatin texliyekirin. Her wiha 5 hezar û 926 kes bi wesayîtên şexsî ji bajarê Mariupolê ji korîdorên alîkariya însanî ra gihîştin bajarê Zaporijyayê."

Vereşçukê destnîşan kir, li hin gundên Mariupolê hêzên Ûris nahêlin ku texliye çêbibe, wan alavên tibî û xidayê şand Berdyanskê û texliyekirina vê derê wê sibê dewam bike.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE