Ji alimê Iraqî banga piştevaniya Tirkiyeyê

Seyîd Ehmed Pênciwîniyê Nûnerê Yekîtiya Alimên Misilmanên Dinyayê li Herêma Kurdistana Iraqê bangî welatên Îslamê kir ku li hemberî êrîşên spekulatîf ên vê axiriyê, xwedî li Tirkiyeyê derkevin.

Ji alimê Iraqî banga piştevaniya Tirkiyeyê

 Alimê Iraqî Seyîd Ehmed Pênciwîniyê Nûnerê Yekîtiya Alimên Misilmanên Dinyayê li Herêma Kurdistana Iraqê bangî welatên Îslamê kir ku li hemberî êrîşên spekulatîf ên vê axiriyê, xwedî li Tirkiyeyê derkevin.

Pênciwînî di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku li dijî Tirkiyeyê hin lîstik û planên navneteweyî û herêmî tên meşandin û wiha got, "Vê pêvajoyê di 15ê Tîrmehê hewldana derbeyê da dest pê kir. Herwiha di vê qonaxê da jî li dijî hikûmeta Partiya Edalet û Pêşketinê ku Erdogan serokê wê ye, şerê aboriyê hatiye destpêkirin ku ev jî beşek ji planê ye."

Pênciwînî bal kişand ku şerê aboriyê, şerekî dijwar û wiha pê da çû, "Çawa ku qehremaniya Erdogan û yekîtiya milet û hikûmetê, hewldana derbeyê têk bir, bi heman rengî jî yên ku nexşeya vê yekê danîne, hem wê li dinyayê û hem jî li axiretê rûreş bin."

Pênciwînî bangî welatên Îslamê kir ku xwedî li Tirkiyeyê derkevin û pişgiriyê bidinê.

- "Trump dibe ku wekî şêrekî bixuyê, lêbelê bi tenê karton e"

Pênciwînî bal kişand, ji ber ku li Rojhilata Navîn rêveberiyên bêhêz hene, lewma Amerîka bi dilê xwe tevdigere û wiha got, "Serokê Amerîkayê Donald Trump dibe ku wekî şêrekî bixuyê, lêbelê bi tenê karton e." 

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE