Ji aliyê Îranê ve di borseyê da firotina neftê

Îranê milyonek warêl nefta xam derxist borseyê ku bifroşe, lê tu kiryar derneket

Ji aliyê Îranê ve di borseyê da firotina neftê

Îranê milyonek warêl nefta xam derxist Borseya Vejenê ya Tehranê ku serê warêlê 52 dolar û 42 sentî bifroşe, lê tu kiryar derneket.

SHANAya Ajansa Nûçeyên Vejenê ya Îranê daxuyand ku Şirketa Nefta Neteweyî ya Îranê duh milyonek warêl nefta xam serê warêlê bi 52 dolar û 42 sentî derxist borseyê ku bifroşe. 

Neftê cara sêyem e derdixin borseyê ku were firotin, lê kesî nekirî.

Li Îranê bazirganiya neftê di destê dewletê da ye, lê rêvebiriya Tehranê ji ber tengavkirinên Amerîkayê ji cotmeha par va neftê di borseyê da difroşe.

Amerîkayê di 5ê mijdarê da ji bo îxracata nefta Îranê û ji 700î zêdetir banqe, şirket û welatiyên welêt biryara tengavkirinê kiribû rewacê.

AA

Dîroka nûkirinê: 22 Çile 2019, 17:50
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE