Ji Aliyev bo Erdogan sipasî

Serokkomarê Azerbaycanê Aliyev ji bo alîkariya alavên tibî ya ku Turkiyeyê ji Azerbaycanê ra şand, sipasiya Serok Erdogan kir.

Ji Aliyev bo Erdogan sipasî

Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev ji bo alîkariya alavên tibî ya ku Turkiyeyê ji ber Kovîd-19ê ji Azerbaycanê ra şand, sipasiya Serokomar Recep Tayyip Erdogan kir.

Li gorî daxuyaniya Serokkomariya Azerbaycanê, Aliyev di nameya ku ji Erdogan ra şand da serxweşî da malbat û xizmên kesên ku li Turkiyeyê ji ber Kovîd-19ê jiyana xwe ji dest dan û her wiha ji bo nexweşan jî şifa xwest.

Aliyev ji ber nameya wî ya di 5ê Tîrmeha 2020an da jî sipasiya Erdogan kir û di peyama xwe da wiha got, "Ez li ser navê xwe û li ser navê gelê Azerbaycanê ji ber alîkariya mirovî ku ji hêla Komara Turkiyeyê ya xwîşk hat şandin, sipasiyên xwe yên ji dil pêşkêş dikim. Ev, nimûneyeke eşkere ya biratî û dostiya welatên me ye."

Duh li ser telîmata Serok Erdogan, alîkariya alavên tibî ku ji 30 ventilator, 55 hezar tulum, 50 hezar maskeyên N95,100 hezar maskeyên cerahî, 5 hezar berçavk, 200 hezar lepik û 40 hezar qutî dermanên cuda pêk dihat, ji Azerbaycanê ra hatibû şandin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE