Ji Almanyayê daxuyaniya "Kaşikçi"

Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Heîko Maas eşkere kir ku berteka wan a ji bo Erebistana Siûdî piştî ku lêpirsîna "Kaşikçi" hat temamkirin dê diyar bibe...

Ji Almanyayê daxuyaniya "Kaşikçi"

Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Heîko Maas got ku piştî ku lêpirsîna der barê Cemal Kaşikçiyê rojnamevanê Siûdî yê ku piştî ku ket Serkonsolosxaneya Stenbolê ya Erebistana Siûdî winda bû hat temamkirin dê bi partnerên xwe yên li Yekîtiya Ewropayê (YE) re bertek nîşanê vê bidin.

Heîko Maas di civîna çapemeniyê ya ku piştî hevdîtina wî ya bi Wezîrê Karên Derve yê Çekyayê Tomas Petrîcek re hat lidarxistin de got ku dê li benda daxuyaniya Erebistana Siûdî ya der barê bûyera Kaşikçi de û temambûna lêpirsînê bimînin û got ku "Piştî van hemûyan em ê bi partnerên xwe yên li YEyê û yên navneteweyî yên din re bertek nîşanê vê bidin."

Dîroka nûkirinê: 20 Cotmeh 2018, 10:22
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE