Ji Amerikayê bo Turkiyeyê sersaxî

Rêvebiriya Amerîkayê ji bo eskerên Tirk ên li Îdlibê şehîd ketin sersaxî da

Ji Amerikayê bo Turkiyeyê sersaxî

Rêvebiriya Amerîkayê ji bo eskerên Tirk ên li Îdlibê şehîd ketin sersaxî da û got li hemberî vê Turkiye êrîşên meşrû dike ku ew piştgiriyê dide Turkiyeyê.

Berdevka Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê Morgan Ortagusê der barê eskerên Tirk ên li Îdlibê ji ber êrîşa rejima Esed şehîd ketin û geşedanên herêmî da daxuyaniyeke nivîskî da nûçegihanê AAyê.

Ortagusê di daxuyaniyê da wiha got: "Amerîka êrîşên xedar û nelicih ên rejima Esed, Rûsya, Îran û Hizbullahê yên her tim li hemberî gelê Îdlibê dikin, şermezar dike."

Ortagusê got di van êrîşan da eskerên Tirk jî mirine û wiha dewam kir: "Li hemberî van êrîşan em li cem mutefîqê me yê NATOyê Turkiyeyê disekinin. Ji bo eskerên mirine em sersaxiyê didin hikûmeta Tirk. Em piştgiriyê didin êrîşên Turkiyeyê yên ji bo parastina xwe dike. Di vê mijarê da em bi hikûmeta Tirk ra hevdîtinan dikin."

Banga agirbestê ya acil

Di daxuyaniyê da hat gotin rejima Esed, Rûsya, Îran û Hizbullah bi êrîşan va nahêlin agirbest çêbibe û bi sed hezaran Sûriyeyî bi awayekî ewle vegerin cih û warên xwe.

Hat gotin divê agirbesteke acil çêbibe û saziyên alîkariyê yên mirovî xwe bigîhinin kesên hewcedariya wan bi alîkariyê heye.

 Eskerên şehîd ketin

Wezarata Parastina Neteweyî (WPN) daxuyandibû li Îdlibê ji bo ku rê li ber pevçûnan bê girtin yekîneyên Artêşa Turkiyeyê yên çûn herêmê ji hêla yekîneyên rejimê va hatin topbarankirin.

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar jî wiha gotibû: "8 şehîdên me hene. Ji van 7 kes esker, kesek jî sivîl e ku bi me ra dixebitî. Em ji ber wan xemgîn in."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE