Ji Amerikayê ji YPG/PKKyê ra sewqiyata nû

Amerikayê li Sûriyeyê bi 60 tiran va alîkariya lojîstik gihand YPG/PKKyê

Ji Amerikayê ji YPG/PKKyê ra sewqiyata nû

Amerikayê li Sûriyeyê bi 60 tiran va alîkariya lojîstik gihand herêmên di bin dagirkeriya YPG/PKKya rêxistina terorê da ye.

Li gor agahiya çavkaniyên herêmî Amerîkayê duh ji deriyê sînor ê Sêmalkayê ya di navbera Sûriye-Iraqê da konvoyeke ji 60 tiran pêk tê derbas kir.

Di konvoyê da wesayîtên mezin, makîneyên kar, tankerên sotemeniyê, jenerator û tirên sergirtî hene.

Çavkaniyên herêmî gotin ev tir çûne herêmên di bin dagirkeriya YPG/PKKya rêxistina terorê da ne.

Tişta balkêş ew e ku li gor sewqiyatên din ev konvoy biroj derbas bû.

Du hefte berê jî dîsa Amerîkayê konvoyeke piştgiriya lojîstîk ya bi 60 tiran pêk tê şandibû herêmên di destê YPG/PKKyê da ne.

Ji sala 2015an vir va Amerîka têkoşîna dijî DEAŞê wek hincet nîşan dide û piştgiriya eskerî dide YPG/PKKyê. Li Sûriyeyê 18 baregehên Amerîkay û li cihên eskerî jî 2 hezar xebatkarên wê hene.

AA

Dîroka nûkirinê: 09 îlon 2019, 14:07
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE