Ji Amerîka û Fransayê plana paravkirina Kurdên mixalif ji bo YPG/PKKyê

Amerîka û Fransa ku hewil dide YPG/PKK û ENKSyê li hevdu bîne, ji ENKSyê dixwaze ku ji sazûmaniya sereke ya mixalefeta Sûriyeyê veqete.

Ji Amerîka û Fransayê plana paravkirina Kurdên mixalif ji bo YPG/PKKyê

Amerîka û Fransa ji bo ku di qada navneteweyî da rê li rêxistina dagirker YPG/PKKyê veke, xwe ji wê yekê ra amade dike ku Eniya Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) wekî paravan biemilîne.

Li gorî agahiya ku AAyê ji çavkaniyên ji nava komên muxalif ên Kurd wergirtin, Amerîka û Fransaya ku ev demeke navçîtiya YPG/PKKyê û ENKSyê dikin, di hevdîtinan da doza telebeke nû kirin.

Amerîka û Fransayê ji ENKSyê xwestin ku ji Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Mixalif û Şoreşger a Sûriyeyê (SMDK) veqete.

Welatên navborî ji bo pêkanîna vê armancê, Nêçîrvan Barzaniyê Serokê Herêma Kurdistana Iraqê ku alîgirê herî mezin ê ENKSyê ye, kir dewrê.

Amerîka û Fransa wê yekê ber guhê ENKSyê dixin ku heger ji SMDKyê veqete, kapasîteya nûnertiya Kurdan a vê sazûmaniya sereke dê nemîne û lewma jî di qada navneteweyî da, pêkhateya nû ku dê li bakurê Sûriyeyê were damezirandin dê bibe nûnerê Kurdan ê yekane.

Plan wê derfetê pêşkêşî YPG/PKKyê dike ku ENKSyê bike paravan û beşdarî pêvajoyên siyasî yên navneteweyî ku heta niha beşdar nebûye, bibe.

Ji aliyekî din va ENKSyê bi daxuyaniya ku duh belav kir va ragihand, îdiayên ku ew ji SMDKyê veqetiya, ne rast in.

- Pirsgirêka anîna Pêşmergeyan hat taloqkirin

Li bajarê Hesekeya ku di bin dagirkirina YPG/PKKyê da ye, nêzî mehekê ye ku mizakere dewam dikin. Mizakere di navbera heyetên ku Ferhat Abdî Şahînê ku yek ji serkirdeyên YPG/PKKya rêxistina terorê ye û kodnavê wî Mazlûm Ebdî ye û Serokê HKIyê Barzanî kifş kiriye da tê kirin.

Bi taybetî bi teşebisa rêvebiriya Amerîka, Fransa û Hewlêrê va YPG/PKKyê ofîsên ENKSyê vekirin, endamên ENKSyê berdan û hişt ku li herêmê bi azadî bigerin.

Hefteyeke dawîn e ku bi teşebisa Amerîka û Fransayê va hevdîtin zêde bûn û aliyan li ser avakirina qaşo rêvebiriya hevpar hema bêje li hev kiribûn.

Tenê pirsgirêka vegera pêşmergeyên girêdayî ENKSyê mabû ku ji ji bakurê Iraqê vegerin qadên ku ji aliyê YPG/PKKyê va hatine dagîrkirin.

Li gor agahiya AAyê ji çavkaniyên ku beşdarî hevdîtinan bûn, hilda, vegera pêşmergeyan vê gavê hatiye taloqkirin û biryar hatiye dayîn ku qaşo rêvebiriya hevpar demildest têkeve rewacê.

YPG/PKKyê piştî ku bakurê Sûriyeyê dagîr kiribû, fealiyetên emdamên ENKSyê dabû sekinandin, unsûrên wan ên çekdar tesfiye kiribûn û gelek mensûbên wan ên siyasî girtibûn. Rêxistina terorê deriyê ofîsên ENKSyê jî dadabûn.

ENKS weke ku nêzî Partiya Demokrat a Kurdistanê ye, tê zanîn. Partiyên ku di binê banê ENKSyê da ne, bi piştgirî û hîmayeya malbata Barzanî fealiyetên xwe dimeşînin.

aa

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE